Ispanya Peywendîyên Xwe bi Kurdistanê re Xurt Dike
Sefîrê Ispaniyayê yê li Îraqê di axavtina xwe de got ku, hikûmeta Ispaniyayê dixwaze têkjeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfirehtir bike û tekîd li ser bilindkirina asta nûneratiya Ispaniyayê li herêma Kurdistanê kir û wî got jî ku, Ispaniya bi hevkarî û hevahengî digel nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li Ispaniyayê kar dike ji bona bi jênosîd naskirina karesatên ku bi ser gelê kurd de hatine.
Her du alîyan behsa serdana evê dawiyê ya Îmad Ehmed cîgirê serokêwezîrê Kurdistanê bo Ispaniyayê jî kirin û gotin, ku ew serdan derfetek bû bo zêdetir xurtkirina têkeliyên duqolî.
Di civînê de behsa serdana serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bo Hewlêrê û civînên bi serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistan re hate kirin û di vê çarçoveyê de Felah Mistefa helwesta hikûmeta herêma Kudistanê li hember karîgeriya derencamên wê serdanê wek hokarek bo çareserkirina pirsên hilawîstîyên navbera Hewlêr û Bexdadê û kirîza Îraqê diyar kir.
