• Wednesday, 11 February 2026
logo

Elawî: Qeyran dinava siyasiyan deye neku Şî`e û Sune

Elawî: Qeyran dinava siyasiyan deye neku Şî`e û Sune
Serokê koalisyona Êraqiyê di wê baweriyê deye ku qeyrana niha ya Êraqê di navbera Şî`e û Suniyan de nîne, belku qeyran siyasiye û siyasiyan weha lê kiriye ku wek hevrikiyekî navbera du mezheban de derbikeve.

Di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Şerq Ewset Eyad Elawî ragihaniye ku: Di rastî de proseya siyasî li ser bîngeha tayîfî û bêbeşkirin û paşguhxistina hatiye ava kirin, ev qeyran jî bi destê ew kesên ku peywendiyên wan bi rêjîma Be`sê ve hebû û bi wan efserên ku li rêzên artêşa pêşîn ya Êraqê ve hebûye.

Di beşekî din ya çavpêkeftina xwe de Serokê koalisyona Êraqiyê du pêşniyar bo çareserkirina qeyrana niha ya Êraqê kir ku di baweriya Elawî bi du qonax dibe: Yekem karkirin bo derbasbûna ji vê qeyrana biha ew jî bi kêmkirina hêzên serbazî li dora xwepêşanderan e û destpêkirina bi gftûgioyên rasteqîne li gel wan de ye.

Qonaxa duyem jî ku baştirîn çareserî ye, cîbicîkirina rêkeftina Hewlêrê û rêxweşkirin bo encamdana hilbijartinekî şefafe ku têde gelên Êraqê bi xwe biryarê li ser bide ku kî hukim bike.

Xendan
Top