• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji nakokiyên olî yên li deverê de

Mesrûr Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji nakokiyên olî yên li deverê de
Îro Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya konsolosê Franseyê yê li Bexdayê Denisy Gauer û konsolosê vê welatî yê li Hewlêrê Alain Guepratte kir.

Di hevdîtineke de her du alî xwestekên xwe bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Franseyê de diyar kirin û Konsolosê Franseyê ragihand ku, hikûmeta welatê vî girîngiyeke gelek taybet dide pêgeha Kurdistanê li deverê de lewre dixwaze peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêzitr û berfiretir bike û roleke êrînê bo pêşde birina Kurdistanê bilîze.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de hêvî xwest ku, deverên din yên Îraqê jî weke Kurdistanê aram bin û ragihand ku, serkeftina Kurdistanê di warê sepandina aramî û ewlekarî de cêha destxweşiyê ye û dibe ev ezmûna han ji deverên din yên Îraqê re jî were weguhastin.

Li hember de jî Mesrûr Barzanî rola Franseyê ya li deverê û hewldanên vê welatî yên ji bo çareser kirina aştiyane a kêşeyên heyî bi roleke girîng û erênî wesif kir û hêvî xwest ku, civaka navnetewî bo çareser kirina kêşeyên deverê roleke girîngtir bilîze.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa kêşeyên heyî yên li deverê kir û got: Kêşeyên heyî yên li deverê bi taybetî yên li Sûriyayê hêdî hêdî dikevin nava qalibekî olî û eşîrî ve û ev yek jî gelek metirsîdare, lewre Kurdistan bi ti awayî nabe beşek ji wan kêşe û nakokiyan, lê hewl bo çareser kirina wan dide.

Mesrûr Barzanî di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku, nabe li deverê de weke metirsî û kêşe li Kurd were mizandin jiber ku, di rewşa niha ya deverê de Kurd faktera sereke ya aramiye.
Top