Li Mûsil û Kerkuk teqînên bihêz pêkhatin
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, îşev li derdora Kerkûkê 2 otomobîlên bombekirî hatin pûçkirin û yek jî teqiya ku di encamê de 2 serbazên kurd ên artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 12 jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din, li bajarê Mûsilê 6 otomobîl û hinek bombe teqiyan.
Li gorî agahiyên ku polîsê Mûsilê ji Rûdawê re ragihand, di bûyerên han de herî kêm 28 kes hatin kuştin û 72 kes jî birîndar bûn.
Tê zanîn, 20ê Hezîrana îsal hilbijartinên encumenên parêzgeha Mûsilê tê sazkirin.
Rudaw
