Serok Barzanî û Konsolosê Franseyê civiyan
Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Fransa xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û sosretiya xwe jî ji bo xweşikî û sirûşta Kurdistanê nîşan da û her wiha balkişand li ser wê yekê ku her carê serdana Kurdistanê dike guhertin û avadankirinên ber bi çav û nû dibîne. Li beşekî dinê hevdîtinê de Balyozê Fransa daxwaz ji Serok Barzanî kir behsa dîtin û nêrîna xwe û siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê guhertinên navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdayê bike.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê Fransayê kir û di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de nêrînên xwe anî ziman û got: "Hevdîtin û diyaloga di navbera aliyan û gihîştina rêkkeftinê babetekî başe, lê belê bi mercek ku hemû rêkkeftin bixin warê bi cîh kirinê û neyên ji bîr kirin". Her wiha di derbarê çarenivîsa Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku baştirîn çareserî li destûrê da hatiye diyar kirin ku ji qonaxên asayîkirin û serjimêrî û referandumê pêkhatiye.
Pêvajoya Sûriye û rewşa jiyana koçberên Sûriye, mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî gileyiya wê yekê kir ku civaka navdewletî û rêxistina Neteweyên Yekgirtî û welatên Ewrûpî bi tu awayekî yarmetiya koçberên Sûriyên li Herêma Kurdistanê nekirine. Li vî derbarî de Balyozê Fransa axaftina Serok Barzanî piştrast kir û soz da ji bo yarmetîdana koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê civaka navdewletî han bide û Serok Barzanî jî ji wê yekê agahdar kir ku Hikûmeta Fransa biryar daye yarmetiyê ji bo koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê re bişîne.
