• Wednesday, 11 February 2026
logo

Demîrtaş: Divê hemû parlamenter bikarin biçin Îmraliyê

Demîrtaş: Divê hemû parlamenter bikarin biçin Îmraliyê
Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ragihand ku parlamenter dikarin biçin hemû girtîgehên li Tirkiyê, lê ji bo Îmraliyê tenê parlamenterên ku AKP dixwaze dikarin biçin û got: “Ev yek şaş e.”

Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş derbarê pêvajoya aştiyê de wiha got: “Niha pêngavên hikûmet di mijara demokratîkbûn û reforman de bavêje, wê bibin pêngavên li Tirkiyê yên herî baş. Em li bendê ne.”

Selahedîn Demîrtaş piştî kongreya partiya xwe ya li navçeya Kovanci ya Elezîzê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku ev nêzî 2 mehane ti şandek û xêzan neçûne Îmraliyê û wiha got: “Ew bi xwe jî radigihîne ku qutkirina peywendiyan a bi vî awayî ji derveyî rihê pêvajoya aştiyê ye, em jî wisa dibînin. Ji ber wê yekê em ji hikûmetê dixwazin ku parêzer, xêzana wî û şandên BDPê bi awayekî rûtîn bikarin biçin Îmraliyê. Ev pir giring e.”

Hevserokê BDPê diyar kir ku divê hikûmet lezê bike û wiha got: “Divê êdî hikûmet derbarê qonaxa duyemîn de xwe zelal bike ku wê çi bike. Herwiha divê di navbera BDP û AKPê de guftûgo bên kirin ku wê di qonaxa duyemîn de çi bê kirin. Divê em veguhezin parlamentoyê, ger partiyên din jî piştgiriyê bidinê, divê bi hevkariya hemûyan bê kirin. Ger di vê pêvajoya krîtîk de, hikûmet lezê neke dibe ku nakokî dirûst bibin. Tiştên ez çavdêrî dikim, eve...”

Rudaw
Top