• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî: Destûr rêya herî baş bo çareser kirina kêşeyên heyiye

Serok Barzanî: Destûr rêya herî baş bo çareser kirina kêşeyên heyiye
Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî civiyan û piştî bi dawî hatina civînê her du alî di presskonferanseke hevbeş de naveroka civîna han ji raya giştî re eşkere kirin.

Di destpêka presskonferansa han de Serok Barzanî bi xêr hatina Malikî kir û ragehand ku, ev serdana han serdaneke girînge û dibe destpêkek bo ji holê ra kirina kêşe û astengiyên heyî yên li berdem çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de.

Serok Barzanî di derbarê destûra bingehîn ya Îraqê de jî got: Destûr rêya herî baş ya çareser kirina kêşeyên Îraqê ye.

Serok Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, bo çareser kirina kêşeyên heyî me li ser pêkanîna mekanîzmek lihev kiriye û bo vê yekê jî komîteyeke bilind ya hevbeş di navbera her du aliyan de tê damezrandin daku li ser çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî lêkolînê bike.

Serok Barzanî anî ziman ku, nexşerêyek jî bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de di holê deye.

Li hember de jî Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî jî kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û ragehand ku, armanc ji vê serdana han dîtina rêyeke baş bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê deye.

Çavkanî eşkere kir ku, bo hebûna Îraqeke aram, demokratîk û federal çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de gelek girînge û got: Li gel birêz cenabê Serok Barzanî û Serokwezîr me rewşa dawî ya Îraq û guhertinên siyasî yên deverê nirxandine.
Top