Cihgirê serokê wezîrên Iraqê Salih Mutleg piştî kombûna encûmena wezîrên Iraqa federal li bajêrê Hewlêrê, ragihand, ku kombûna evroj a encûmena wezîrên Iraqê ya li bajêrê Hewlêrê, pozetîv bû û dê komîte ji bo çareserkirina arîşeyan dest bi karên xwe bikin.
Salih Mutleg di bareya hêzên Pêşmerge de got: hêzên Pêşmerge ne qebûlkirîne û serokê wezîrên Iraqê ji serokê wezîrên herêmê re ragihandiye, ku hukûmeta herêmê Erebên Kerkûkê nederke.