• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sîno: DBK dê beşdarî Kongreya Cênêvê bibe

Sîno: DBK dê beşdarî Kongreya Cênêvê bibe
Rojnamevanê Dengê Rûsya Mustafa Sîno di daxuyaniyekê di bo Rdiyo ya Deengê Emerîka de derbarê serdana şandeya Destaya Bilind a Kurd got: Şandeya Destaya Bilind a Kurd (DBK ) li ser daxwaza fermî ya wezareta derve hate Moskow û danûstandinên wê serketî derbaz bûn.

Sîno dîyar kir ku ligor nûçeyên dawî, daxwaza Destaya Bilind a Kurd (DBK ) ya beşdarbûna Konferansa Cênêvê hatiye pejirandin û ew jî gavekê girîng e jiber ku cara yekê ye Kurd bi nasnameya xwe di konferansekê de hazir bin.

Sîno dide zanîn ku pêdagirîya Rûsya roleke xurt di vê biryarê de lîstiye û ew çaverê dike ku Destaya Bilind di demên nîzîk de ji alîyê hêzên din jî, wek nûnera Kurdên Sûrîyê were pesend kirin .

Xendan
Top