Demîrtaş: Ocalan berxwedana Parka Gezî silav kir
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP’ê) Selahedîn Demîrtaş, ku di nava şandeya îro bi serokê Partiya Karkerên Kurdistan`ê Ebdula Ocalan re hevdîtin pêk anî de cih girt , Demîrtaş derbarê bi rêberê PKK Ebdula Ocalan re got:Rewşa tenduristiya Rêberê PKK Ebdullah Ocalan baş e û got, “Me di civîna xwe de, asta heyî ya pêvajoyê nirxandin.
Demîrtaş diyar kir ku Ocalan bi bîr xistiye ku,
- Pêvajoya rewşa bê şer, bi destpêşxeriya wî pêk hatiye û got, “Divê hikûmet jî berpirsyariyên xwe bi cih bîne
- Divê hukûmet vê firsendê baş bikar bîne.
- Ocalan nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê aniye ziman û silav li berxwedana Parka Gezî kiriye.
Şandeya BDP'ê dê demjimêr 20.00'an de li avahiya BDP'ê ya bajarê Stenbolê derbarê mijarê de civîneke çapemeniyê lidarbixe.
Hêjayî gotinê ye ku îro Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş û parlementera BDP ya bajarê Îdir`ê Perwîn Buldan hevdîtinek digel rêberê PKK Ebdula Ocalan li greva Îmraliyê encamdan.
Xendan
