Nêçîrvan Barzanî û Konsolosê Îtalyayê civiyan
Di civîna han de her du alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îtalyayê de û herwiha berfiretir kirina peyvendiyên han û afrandina derfeteke beş bo beşdarî kirina kompaniyên Îtalî di prosesa awedan kirina Kurdistanê de giftûgo kirin.
Di vê warî de her du alî amadebûna xwe bo bihêztir kirin û berfiretir kirina peyvendiyên han û asta lêv û tevgerên bazranî yên di navbera Îtalya û Kurdistanê diyar kirin û tekez li ser çalaktir kirina Nuneratiya hikûmeta Kurdistanê ya li Îtalyayê û Nuneratiya Konsolosxaneya Îtalyayê ya li Hewlêrê de kirin.
Di beşeke din ya civînê de peyvendî û kêşeyên heyî yên di navbera Hewelêr û Bexda û hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina wan kêşeyan jî hatin giftûgokirin û Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, Kurdistan hertim xwestiye ku, kêşe û arîşeyên heyî bi rêya danûstan û di çarçoveya destûrê de çareser bike û bo vê yekê jî hertim pêşwazî li her cure derfetek kiriye.
Barzanî hêvî xwest ku, serdana Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî bo Hewlêrê bibe destpêkek bo bihêztir kirina giftûgoyên heyî yên ji bo çareser kirina kêşeyan.
Di berdewamiya civîna han de rewşa deverê bi giştî, ya Sûriyeyê bi taybetî û rewşa Penaberên Sûriyayê û bandora rewşa han li ser Kurdistan û Îraqê jî hate nirxandin.
Her du alî behsa peyvendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê de jî kirin û asta peyvendiyên han jî bi asteke baş wesif kirin.
