• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê kir
Berî nîvroya roja pênçşem 06.06.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêvajoya siyasiya navçeyê û Iraq û rewşa asayîş û jiyana rojaneya welatiyên Iraqê guftûgo kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federalî hate nirxandin û her du alî li ser ewe hevrebûn ku pêwîste kar ji bo bingehên serekiyan bê kirin ku Iraqa nû li ser hatiye avakirin û bi pêwîstî jî zanî daxwaziya welatiyan ji bo aramî û dûrketina ji tundutîjiyê bê ber bi çav girtin.
Top