• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Efrînê şere: 18 çekdar hatin kuştin

Li Efrînê şere: 18 çekdar hatin kuştin
Duh 5/6/2013`an danê Êvarê li gundê Basilê a ser bi navçeya Şêrewa a ser bi Efrînê di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPG û komên çekdar ku li gundê Basilê bi cî bûne şer derket û heya îro pêncşemê berdewam kir.

Fermandarekî YPG`ê yê li navçeya şer ji ajansa Hawarê (ANHA)`yê re ragihandiye ku yekîneyên wan êrişî baregeheke komên çekdar yê di navbera gundê Basilê û Bênê de kirine û di encamê de pevçûn derket û 18 çekdarên komên çekdar hatine kuştin û hêzên YPG`ê ew navçe xistine jêr kontrola xwe.

Ji aliyekî din fermandarê YPG`ê da zanîn ku yekîneyên wan rêya navbera gundên Cilbirê û Mêryemîn û Til Rife`tê jî xistine jêr bandora xwe û bazgehên xwe li wan devran danîne.

Ajansa Hawarê li zarê peyamnêrê xwe teqez kir ku Yekîneyên Parastina Gel li navçeya Şêrewa gundê Basilê dorpêç kirine û li gor zanyariyên komên çekdar mal û milkê gundiyan talan kirine û şewitandine.

Xendan
Top