• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hikûmet pêşwaziya serdana Malikî bo Hewlêrê dike

Hikûmet pêşwaziya serdana Malikî bo Hewlêrê dike
Duh Serokewzîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke teybetî de ji bo malpera hikûmeta Kurdistanê, ragehandiye ku, hikûmeta Kurdistanê pêşwaziya serdana Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî bo Hewlêrê dike.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku, li ser navê xwe û li ser navê hikûmetê pêşwaziya serdana Malikî bo Hewlêrê û lidar xistina civîna civata wezîran ya hikûmeta Îraqê li Hewlêrê û giftûgoyên siyasî yên di navbera her du aliyan de dikin û hêvî dikin ev destpêşxeriya han xwedan berhem be û bibe destpêkek baş bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Top