THÎV: Di Xwepêşandanên Tirkiyeyê de 3 Hezar Kes Birîndar Bûne
Navenda THÎV’ê rapora xwe ya derbarê xwepêşandanên Parka Geziyê ya Istanbula Tirkiyeyê de aşkera kir. THÎV’ê destnîşan kir ji birîndaran 2 kes ji ber êrîşa polîsan a bi bombeyên xazê bûn nebîneyên çavan û ronahiya xwe ya çavan ji dest dan.
Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê jî da zanîn li 75 bajaran 400 çalakî hatin lidarxistin. Li gorî wezaretê bi tevahî 3 hezar û 400 kes hatin binçvkirin û 640 hezar kes tevli van çalakiyan bûn.
Hêjayî gotinê ye bûyerên li Istanbulê dest pê kirin, li Enqere, Îzmîr û hin bajarên mezin ên Tirkiyeyê hêj didomin. Xwepêşandanên li Tirkiyeyê di roja 8’emîn de ne.
