Mesrûr Barzanî bi Mamosteyên olî û Zanîngehê re civiya
Di destpêka civîna han de Mesrûr Barzanî kêfxweşiya a li hember vê serdana han diyar kir û behsa çendîn babetên girîng û rewşa Kurdistan û deverê jî kir.
Di derbarê rewşa navxweyî ya Kurdistanê de Mesrûr Barzanî behsa meseleya destûra bingehîn ya Kurdistanê kir û ragehand ku, partî heqe ku, şanazî bi helwesta xwe ya li ser îsrar kirin a bo saz kirina refrandomê li ser destûrê bike jiber ku, ev yek bi wateya parastina mafê gel û pîwanên demokrasiyê ye.
Di derbarê pergala desthilatdarî ya Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, ev kesên dibêjin pergala desthilatdarî ya Kurdistanê pergaleke Serokatiye bêgoman heta niha destûra Kurdistanê nexwandine anjî hinek armanc û ecendayên diyarkirî yên siyasî li pişt wan daxuyaniyên wan de hene, jiber ku, pergala desthilatdariya Kurdistanê di nava destûra bingehîn ya Kurdistanê de bi pergaleke parlemanî, komariya demokratîk hatiye pênasekirin.
Birêz Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa çendîn peyv din jî weke (sazana netewî) kir ku, di wan rojên dawî de ji aliyê hinek kesan ve tên bikaranîn û got: Bikaranîna wan peyvên bi vê rengî rêyeke bo sepandina ecendayên xwe û bidest xistina armancên xwe yên siyasî.
Mesrûr Barzanî di dawiya axaftinên xwe de mizgîniyek jî da xelkê Dihukê û diyar kir ku, biryare di pêşerojeke nêzîk de Zanîngeheke girîng ya bi navê Zanîngeha Amerîkî li Dihukê were vekirin û hêvî xwest ku, vekirina Zanîngeha han bibe sedema pêşxistina asta zanistê li vê deverê.
