• Tuesday, 10 February 2026
logo

Barzanî: Hatina gêrîllayên PKKê pirsgirêkê ji bo Herêma Kurdistanê dirûst nake

Barzanî: Hatina gêrîllayên PKKê pirsgirêkê ji bo Herêma Kurdistanê dirûst nake
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku guftûgoyên vê carê yên navbera Hewlêr û Bexdayê şansê dawî yê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e. Barzanî red kir ku vekişîna gêrîllayên PKKê pirsgirêkan ji bo Herêma Kurdistanê dirûst bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînek ligel ajansa Reutersê de li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de wiha got: “Guftûgoyên vê carê yên navbera Hewlêr û Bexdayê ku nêzî mehekê ye dest pê kirine, ji bo çareserkirina pirsgirêkan şansê dawiyê ye.”

Mesûd Barzanî wiha got: “Ger pirsgirêk neyên çareserkirin, wê demê kurd ji bo peywendiyên ligel Bexdayê fikra şêwazekî din bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê red kir ku vekişîna gêrîllayên PKKê pirsgirêkê ji bo Herêma Kurdistanê dirûst bike û wiha got: “Em li bendê ne piştî aştiya li Tirkiyê, gêrîlla vegerin nav mal û halên xwe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî wiha got: “Serxwebûna Kurdistanê xewn û hêviya hemû kurdekê ye.” Barzanî ji bo pirsa kurd, serxwebûnê piştî çareseriyê têne.

Rudaw
Top