• Wednesday, 11 February 2026
logo

NY: Li Sûriyê çekên kîmyayî hatine bikaranîn

NY: Li Sûriyê çekên kîmyayî hatine bikaranîn
Di raporteke ku îro hat belavkirin de komîteya taybet a lêkolînkirina çekên kîmyayî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) tekez kir ku çekên kîmyayî di kêferata Sûriyê de hatine bikaranîn.

Komîteya taybet bi lêkolînên di derbarê binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê ragihand ku nîşanên hene têra wê yekê dikin ku me piştrast bikin çekên kîmyayî li Sûriyê hatine bikaranîn.

Komîteyê aliyên ku çekên kîmyayî bikaranîne eşkere nekiriye.

Ev demeke ku herdu aliyên kêferata Sûriyê, rejîm û opozisyon hev bi bikaranînan çekên kîmyayî tometbar dikin.

Çend dewletên mezin jî bi ceribandinên li ser bikaranînan van çekan mijûlin.

Serokê Amerîka Barack Obama, bêtirî carekê ragihandibû bikaranîna çekên kîmyayî xeta sor e, lê her dem tekez kiribû divê nîşanên cihê baweriyê li ser vê babetê hebin.

Ev yekemîn care Neteweyên Yekbûyî bi rengekî fermî bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê radigihîne.

Rudaw
Top