• Wednesday, 11 February 2026
logo

YPG: Bîlançoya şerê li Efrînê aşkira dike

YPG: Bîlançoya şerê li Efrînê aşkira dike
Endamê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku ev 9 roj in komên çekdar êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê dikin û di encama pevçûnên li Efrînê de heta niha 60 çekdar hatine kuştin, bi dehan birîndar bûne û gelek çek û bersîngên wan hatiye desteserkirin.

Mehmûd Berxwedan bi daxuyaniyekê ji ajansa ANHA `yê re ragihand ku, YPG᾿ê bi hemû hêza xwe bersiva komên çekdar ku dixwazin herêmê bikin cihê teror, dizî û talangeriyê bidin û da zanîn ku binpêkirina ewlehiya Rojavayê Kurdistanê ji bo wan xeta sor e.

Endamê Fermandariya Giştî ya YPG`ê da zanîn ku di berxwedan şervanên YPG᾿ê ya li Efrînê 60 çekdar hatin kuştin û bi dehan birîndar bûne, 2 çekdar dîl ketin destê YPG᾿ê, 2 tang, çend erebeyên leşkerî bi temamî hatine rûxandin û gelek çek û bersîngên van koman hate desteserkirin.

Her weha Berxwedan aşkira kir ku di pevçûnan de, 6 şervanên YPG᾿ê jî jiyana xwe jidest dane.

Di dawiya axaftina xwe de Mehmûd Berxwedan da zanîn ku YPG᾿ê heta dawî dê bersiva komên çekdar bide û rê ne tu kesî ku nêzî ewlekariya herêmê bibin, YPG᾿ê wê bersiva komên çekdar ên Artêşa Azad û hêzên rêjîma Baas bidin.

Xendan
Top