• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge û polîs û artêşa Êraqê hatine hemberî hev

Hêzên pêşmerge û polîs û artêşa Êraqê hatine hemberî hev
Li bajarê Kerkûkê hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û polîsan rûberûyê artêşa Êraqê diwestin.

Jêderekê ewlekariyê li parêzgeha Kerkûkê ji Xendanê re ragihand: "Piştî ku artêşa Êraqê daxwaza daxistina avahiya birêveberiya polîsê parêzgeha Kerkûkê kiriye û daxwaza radestkirina baregehên wan bo artêşa Êraqê kirine, hêzên polîs û pêşmerge beramber bi artêşa Êraqê sekinîne."

Wê jêderê ku nexwest navê xwe aşkira bike got: "Heya niha tu rûberûbûnek di navbera herdu aliyan rû nedaye. Her weha amaje bi wê yekê jî kir ku niha wezareta navxwe ya hikûmeta Êraqê hatiye ser xetê.
Wê jêderê cext li wê jî kiriye ku bi tu awayî ew baregeha ji bo artêşa Êraqê nayê valakirin."

Her weha li gor zanyariyên wê jêderê hemû hêzên ewlekariyê xistine rewşa amadebaşiyê û dibe ku civînek navbera herdu aliyan bê encam dan.

Xendan
Top