• Wednesday, 11 February 2026
logo

Navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de şer derket

Navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de şer derket
Hate îdîakirin ku li herêma Kuraçale ya nêzî gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de şer derketiye.


Serê sibê ber bi herêma Kuraçale ya girêdayî gundê Roboskiyê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê, gelek leşker hatin sewqkirin.

Di salên 90'an de herêmê weke baregeha leşkerî dihate bikaranîn û di 3 salên dawî de ji ber pevçûnan hatibû valakirin. Hate îdîakirin ku di navbera gerîlayên PKKê yên ku bi qesta vekişînê li wir re derbas dibûn û leşkerên ku bi wesayîtên kar çûbûn wê herêmê û dixwastin baregehên serbazî ava bikin, pevçûn qewimî.

Li gorî agahiyên şahidên bûyerê, 2 helîkopteran herêm bombebaran kir û di encama pevçûnê de gelek leşker birîndar bûn û hate îdîakirin ku çawişekî pispor jiyana xwe ji dest daye.

Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin veguhestin.

Hat zanîn rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Şirnexê ber bi cihê bûyerê ve bi rê ketin.


Li gorî çavkaniyên herêmê li herêmê pevçûnê çareke din dest pê kir.

Tê zanîn, hêzên PKKê ji roja 8ê Gulana îsal ve dest bi vekişîna ji Tirkiyê kirine û heta niha nêzîkî 10 komên gerîla gihîştine başûrê Kurdistanê.

Cara yekê ye ku ji piştî agirbesta yekalî ya PKKê ku roja 23ê Adara îsal hatiye ragihandin, di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û PKKê de şer û pevçûn derdikeve.

Heta niha tu daxuyaniyek fermî derheqê bûyera han de nehatiye dayîn.


Şeva 28ê Kanûna 2011ê, li cihê ku îro (03.06.2013) şer derketiye, balafirên Tirkiyê li gundiyên Roboskî dan û di bûyerê de 34 kes hatin kuştin.

Rudaw
Top