Pêwîste hikûmet bi awayekî çalak bo dawî anîn bi qirîzê bixebite
Welîd Muhemedî diyar kiriye ku, bo çareser kirina qirîza siyasî ya li Îraqê pêwîste Serokwezîrê vê welatî li ser hin xalan bi aliyên siyasî re lihev bike.
Muhemedî behsa civîna rojên derbasbûyî yaku, li mala Emar Elhekîm hatibû organîzekirin kiriye û gotiye: Ev civîna han civîneke gelek baş bûye û pêwîste tevahiya aliyên siyasî ev xalên ku, di civînê de hatine diyarkirin cîhbicîh bikin û dibe hikûmeta Îraqê jî bo çareser kirina qirîz û nakokiyên heyî roleke ektîf bilîze.
