• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hêjmara miriyên şewata li Çînê gihişt 112an

Hêjmara miriyên şewata li Çînê gihişt 112an
Li Çînê di fabrîqeya mirîşkan de şewat rûda û di encamê de 112 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îro li eyaleta Cilin a Çînê, di fabrîqeyeke mirîşkan de şewat derket. Li gor agehdariyên despêkê 55 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Çînê Xinhua ragihand ku îro danê sibê li dora saet 6'an, di fabrîkayeke mirîşkan a li bakurrojhilatê welêt şewat derketiye.

Rayedaran ragihand ku di dema şewatê de 300 karker li fabrîkeyê dixebitîn û ji vana 100 jê xwe ji şewatê rizgar kirine.

Hat gotin ku derdora 6 saetan xebatên vemirandina agir dom kir û hê jî şewat bi temamî nehatiye vemirandin.

Hê jî sedema derketina şewatê ne diyar e.

Rudaw
Top