• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokên Partiyên Siyasî Yên Îraqê Peymanek Îmze Kirin

Serokên Partiyên Siyasî Yên Îraqê Peymanek Îmze Kirin
Duhê êwarê Serokê part û aliyên siyasî yên Îraqê li Baregeha civata bilind ya îslamiya Îraqê bi Serokatiya Emar Elhekîm civiyan û di civîna han de part û aliyên siyasî yên Îraqê li ser peymaneke 6 xalî lihev kirin.

Di vê peymana han de hatiye nivîsandin ku, dibe tevahiya kêşeyên heyî yên li Îraqê de di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Di xaleke din ya vê peymana han de tekez li ser parastina xwîna welatiyên Îraqê û dûr ketin ji teror, neteweperestî û eşîrperestî û herwiha binpê kirina destûra bingehîn hatiye kirin.

Di vê derbarê de Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Elhekîm eşkere kiriye ku, ev civîna han belgeyeke gelek başe bo îsbat kirina girîngtir bûna rihê Îraqîbûna me ji nakokiyên me û nîştimanperweriya me ji nakokiyên heyî yên di navbera me de bihêztire.

Naveroka peymana ku, ji aliyê Serokên part û aliyên siyasî ve hatiye îmzekirin bi vê rengiye; - çareser kirina nakokiyan di çarçoweya destûrê de, - dibe nakokî di çarçoweya sînorên nîştimanî de bin, - rêz girtin û parastina xwîna welatiyan, - red kirina teror û eşîrpersetî,- lihev hatina aliyan,- hêştina kanalên peyvendiyên berdewam bi navbera aliyên siyasî de.
Top