• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan: Ez ne dîktator im

Erdogan: Ez ne dîktator im
Serokwezîrê Tirkiyê li ser nerazîbûnên li Parka Gezî ya Taksîmê daxuyaniyek da û got, çalakî ji aliyê partiya opozisyonê CHPê ve hatine germkirin. Erdogan diyar kir ku ew ne dîktator, belkî ew xizmetkar e.

Ev 6 rojin ji ber xirabkirina Parka Gezî ya Taksîmê li parkê xwepêşandanên nerazîbûnê tên lidarxistin. Piştî çend rojan ev xwepêşandan li tevayî Tirkiyê belav bûn. Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Mûammer Gûler ragihand ku di xwepêşandanan de 939 kes hatine binçavkirin.

Li ser xwepêşandanên Taksîmê, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan daxuyaniyek da. Erdogan wiha got: “Ji min re dibêjin, dîktator. Gelo ji kesekî xizmeta gel bike re dîktator tê gotin?”

Erdogan ragihand ku di demek pêşveçûnên giring tên jiyîn de, ev 4-5 roje em bi êrişên provakatîf re rûbirû dimînin.

Serokwezîrê Tirkiyê bilêv kir ku ew naxwazin Parka Gezî ji holê rakin û wiha got: “Projeyekî hatî eşkerekirin nîne. Belkî em wê derê bikin, mûze. Ma belgeyeke sedî sed di destê we de heye?”

Erdogan bêyî ku navê CHPê bêne, bilêv kir ku li pêşwerî wan mûxatabek nîne, derdê wan cûda ye û wiha got: “Tirkiye ber bi siberojekî pêşketî ve diçe. Kesên naxwazin vê yekê bibînin, dest bi hewldanên bi vî awayî dikin. Li gor xwe dişewitînin û xirab dikin. Camên dikanên li wir dişkênin. Ma eve demokrasî. Ez pirs dikim. Tayîb Erdogan dîktor e. Ger ji kesekî xizmetkar re bêjin dîktator, ez tiştekê nabêjim

Rudaw
Top