• Tuesday, 10 February 2026
logo

YPG li Efrînê 20 çekdar kuştin

YPG li Efrînê 20 çekdar kuştin
Li gor nûçeyek Ajansa Hawar, Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya qada Heleb û Efrîn`ê di beyannameyekê de ragihand ku, di encama şer û pevçûnên navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên çekdar de li gundên (Basilê, Ziyaretê, Aqîbê û Bênê) ya nahiya Şîrawa ya herêma Erfînê de 20 endamên grûpên çekdar hatine kuştin û 2 çekdar jî dîl hatine girtin.

Her weha grûpên çekdar çekên giran yên wek Hawan,Doşka di hêrişên xwe de bi kar anîne, lêbelê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ew neçar kirine ku birevin û paşdavekişun.

Hêjayî gotinê ye ku di encama wan şer û pevçûnan de 20 çekdar hatine kuştin û 2 çekdar ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve dîl hatine girtin û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest danane ser 3 çekên Klaşînkof, 2 rext û 7 bombeyên destî.

Heya madekirina vê nûçeyên şer û pevçûnan navnera herdu aliyan de car caran hîna rû didin.

Xendan
Top