• Tuesday, 10 February 2026
logo

Xwepîşandanên Dijî Malikî Li Îraqê Didomin

Xwepîşandanên Dijî Malikî Li Îraqê Didomin
Di çarçoweya xwepîşandanên heyî yên li dijî Hikûmet û Serokwezîrê Hikûmeta Îraqê de, Duh jî piştî nivêja Înê li piraniya Bajar û Bajarokên Başûr û Naverastê Îraqê de xelk daketin kolanan û li dijî Malikî dest bi xwepîşandanan kirin.

Di xwepîşandan de welatiyên xwepîşander eşkere kirin ku, eger Malikî û hêzên vî yên leşkerî li ser siyasetên xwe ên li dijî Suneyan berdewam bin vê demê xwepîşandanên Îraqê dikarin hêzên han ji holê rakin.

Hevdem gotarbêjin mizgeftên wan Deveran jî diyar kirin ku, Hikûmeta Îraqê vê berpirsiyartiya wan lîstokan jî bigre stuyê xwe ku, li ser xelk dide meşandin.
Top