• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ehmed Turk: Li Bakur KonferansaYekitiya Kurdan Tê Lidarxistin

Ehmed Turk: Li Bakur KonferansaYekitiya Kurdan Tê Lidarxistin
Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk aşkera kir ew ê di 15-16’ê hezîranê de li Amedê “Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê” li dar bixin. Bi giştî 17 partî û rêxistinên kurd û gelên din tevli vê vê konferansê dibin.

Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk, îro bi Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş û nûnerên din ên kurdan re civîneke çapemeniyê pêk anî. DDKD, Însiyatîfa Azadiyê, KADEP, OSP, Nûbihar û gelek rêxistinên din ên kurdan dê tevli vê konferansê bibin. Bi giştî dê 150 delege di konferansê de amade bin. Ji bo konferansê dê 60 nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurd jî weke mêvan bên vexwendin.

Li ser navê van sazî û dezgehan Ehmed Turk diyar kir ew ê hewl bidin bi vê konferansê yekitiya kurdan ava bikin û ji bo daxwazên kurdan riya çareseriyê peyda bikin. Turk, diyar kir ji ber zilm, zordarî, înkarkirina mafên neteweyî yên kurdan sedsala 20’an bi serhildan û berxwedanên kurdan bihuriye. Turk, wiha axivî: “Em dixwazin kurd û hemû netewe û baweriyên bindest di sedsala 21’an de bigihijin mafên xwe. Ji bo vê yekê ev konferans gelek girîng e.”
Top