Parlamenterê BDP’ê Sirri Sureyya Onder Di Êrîşa Polîsan De Birîndar Bû
Ev heftiyek e li bajarê Stenbolê Tirkiyeyê hikûmet dixwaze Parka Gezînê xira bike û di şûna wê de avahiyan çêbike. Lê bi sedan kesên li Stenbolê dijîn ji bo ku Parka Gezîn xira nebe, çalakiyan li dar dixin û nahêlin polîs wê derê xira bike. Çalakiyê îro jî berdewam kir.
Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî tê de bi sedan kes li pêşiya polîsan sekinîn û gotin ew ê destûr nedin ev park bê ruxandin. Li ser vê yekê polîsan bi bombeyên xazê û copan êrîş kir. Di êrîşê de Sirri Sureyya Onder jî tê de bi dehan kes birîndar bûn. Onder ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Kesên birînên wan giran in jî hene. Di heman êrîşê de gelek kes jî hatin binçavkirin. Hejmara kesên binçavkirî diyar nebû.
