• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê kir
Berî nîvroya roja pênçşem 30.05.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amed û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Serokê Bajarvaniya Mezina Amed xweşhaliya xwe li serdana Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û spasiya wê pêşwaziyê jî kir ku li Kurdistanê da lê hatiye kirin û ji bo koça dawiya xûşka rêzdar serxweşiya xwe û partiya xwe jî bi Serok Barzanî ragihand. Paşê Baydemîr destxweşiya li wan pêşketinan kir ku li Herêma Kurdistanê li warê avadankirin û azadiya siyasî ve hatine holê û balkişand li ser wê yekê ku niha hemû cîhan temaşa rojhilata navîn dike û kêşeya Kurd bala hemû aliyekî rakêşiye. Her wiha gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê jî hêviyê li ser başûr çandiye û berdewam çav û guh li pêvajoya siyasî û helwesta fermî ya serkirdayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê ya li ser kêşeya Kurd li Tirkiyê ye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan û spasiya Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê kir û Herêma Kurdistanê bi mala hemû Kurdek zanî û yarmetîdana Kurdên perçeyên din bi erkekî nîştîmanî da zanîn. Li beşekî dinê axaftina xwe se Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku kêşeya Kurd li Tirkiye hengavên baş avêtiye û bi sedema pêvajoya aştiyê hêviya çareseriya kêşeya Kurd zêdetir dibê. Serok Barzanî di derbarê kêşeya Kurd li rojhilata navîn de got: "Niha serdema zêrîne ji bo gelê Kurd, ji ber ku neyarên wê li helwestekî lawaz dane û baştirîn derfete bo wê yekê ku hêviyên wê pêkbên, lê belê pêwîste gelê Kurd xwe ji hizra tundutîjiyê dûr bixe û li navxweyî jî da gotar û stratejiyekî yekgirtî hebê û divê pêdagiriyê li peyama aştî û pêkvejiyanê ji bo gelên navçeyê bike.

Axaftina li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiye û pêvajoya rojavaya Kurdistanê mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê bû.
Top