• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya rêkxerê nû yê Koşkê Spî û Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya rêkxerê nû yê Koşkê Spî û Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka kir
Êvariya îro pênçşem 30.05.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fîl Gorden Rêkxerê Nû yê Koşkê Spî û Birêt Makgork Cîgirê Yarîdederê nû yê Wezîrê Derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka yê karubarê Iraq û Îranê û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û rêkxerê nû yê Koşkê Spî ku yekem care serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike daxwaz kir ku dîtin û nêrînên Serok Barzanî yên li ser pêşhatên siyasiyên dawiyê Iraqê bizanê.

Paşê Serok Barzanî nêrîna Herêma Kurdistanê ya di derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal bi şanda mîhvan ragihand û eve jî dûpat kir ku Kurd dawakarê siyasî û destûra xwe heye lê belê tu demekî nabê aliyek ji gengeşeya eşîriya di navbera aliyê Iraqiyan.

Li mijareke dinê hevdîtinê de pêvajoya siyasiya navçeyê û pêvajoya aştî li Tirkiye û pêvajoya aloza Sûriye hate nirxandin.
Top