Kerkûk: du teqîn û 26 kuştî û birîndar ketine
Jêderekê ewlekariyê li wezareta navxwe ya Êraqê ku nexwestiye navê xwe aşkira bike ragihand ku bombekî demjimêrkirî li ber deriyê kolêjeya Îmam Ezemî îslamî li bajarê Kerkûkê teqiyan.
Wê jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku piştî teqîna bombekê otombêlekî bombekirî teqiyaye û tîmên feryaguzariyê û qelebalixiya welatiyan kiriye armanca xwe.
Li gor gotina jêderê diyar kir ku di teqîna bombeyê de 6 kes birîndar bûn û di teqîna otombêla bombekirî de jî 5 kes kuştin û 15 kesên din jî birîndar kiriye.
Her weha ji ber bihêzbûna teqînan pêşbînî tê kirin ku hejmara qurbaniyên ew herdu teqînan zêdetir bin.
Xendn
