• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hinardina Nefta Iraqê bo 2.6 Miliyon Bermîlan Kêm Bûye

Hinardina Nefta Iraqê bo 2.6 Miliyon Bermîlan Kêm Bûye
Wezîrê nefta Iraqê ragihand, ku hinardeya nefta Iraqê bo derveyî welat di maweya heyva Gulan de 2.6 Miliyon bermîl di rojekê de bûye û bi evî awayî nizimbûn bi xwe ve dîtîye.


Li gor raporteke ajansa Royterz (Reuters) wezîrê nefta Iraqê Ebdulkerîm Lueybî aşkira kiriye, ku ev nizimbûna rêjeya hiardina nefta Iraqê bo derveyê welat, bi egerê teqîna hêla borîya neftîya bajarê Kerkûkê bûye ku ji alîyê terorîstan ve hatibû teqndin.

Lueybî herwisa ragihandiye, ku pêywîste Iraq rêjeya hinardina nefta xwe zêde bike da ku bikaribe pêgeha xwe di cîhanê de bihêz bike û weke duyemîn welatê rêxistina OPEC rol bibîne.
Top