• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Bi Civata Serokatiya PDK Ya Silimanî Re Civiya

Nêçîrvan Barzanî Bi Civata Serokatiya PDK Ya Silimanî Re Civiya
Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Parêzgeha Silimanî de evro Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi civata Serokatiya PDKê ya li Silimaniyeyê re civiya.

Di civîna han de çendîn meseleyên girîng yên girêdayî bi rewşa niha ya Kurdistanê hatin nirxandin.

Di vê civînê de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî hate kirin û tekez li ser parastina yek rêzî û tebayiya nav mala Kurd hate kirin.

Di beşeke din ya vê civîna han de tekez li ser kar û çalakiyên partî û xizmet kirina xelkê jî hatiye kirin.
Top