• Tuesday, 10 February 2026
logo

Milyon û 500 hezar Kurd li Tehranê dijîn

Milyon û 500 hezar Kurd li Tehranê dijîn
Hevbenda Şêniyên Kurd yênTehranê berî 10 rojan li ser malperan reklama semînerekê derbarê kêşeyên zimanê kurdî belav kir. Lê ji milyon û 500 hezar Kurdên ku tê îdiakirin li Tehranê dijîn tenê 10 kes beşdarî semînerê bûn. Ji van beşdaran 5 jî gotarvanên semînerê bi xwe bûn.

Semîner roja 17.05.2013ê li Tehranê bi beşdariya çend lêkolînerên kurd ên ji Îlam, Urmiyê, Sine, Kirmaşan, Xorasan û Tehranê hat lidarxistin. Helbestvan û nivîskarê kurd ê ji bajarê Mako, Elî Pak Sirêşt, ku yek ji beşdarên semînerê bû, ji Rûdawê re got ku semîner bi mebesta zindîhiştina zimanê kurdî hat sazkirin.

Hevbenda Şêniyên Kurd yên Tehranê berî 13 salan ji aliyê Behadîn Edeb ve hatibû damezrandin ku nûnerê bajarên Sine, Kamyaran û Dîwandere li parlementoya Îranê bû. Ew hevbend ji sala 2007ê û vir ve her pêncşemê kursa fêrbûna zimanê kurdî ya zaravayê kurmancî dide. Helbestvan û nivîskar Elî Pak Sirêşt derbarê elaqeya Kurdan a ji bo zimanê kurdî bertek nîşan da û got ku Kurd bi xwe girîngiyê nadin zimanê xwe.

Rudaw
Top