• Wednesday, 11 February 2026
logo

Navbeynkariyek di navbera Artêşa Azad û YPG de heye

Navbeynkariyek di navbera Artêşa Azad û YPG de heye
Serokê Encûmena Leşkerî ya Artêşa Azad ya Sûriyê Mistefa el-Şêx aşkere kir ku navbeynkariyê di navbera Artêşa Azad û YPGê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de dike.

Ev 5 rojin, şer û pevçûn di navbera Artêşa Azad û şervanên YPGê de li navçeya Şêrawa ya Efrînê berdewam dikin.

Mistefa El-Şêx ji Rûdawê re ragihand ku ew duh li bajarê Helebê bû û hewl dide şerê di navbera herdu aliyan de raweste û berê çekan bi rûyê rejîmê de bê kirin.

El-Şêx diyar kir ku şaşîtiyên Artêşa Azad û YPG jî hene, lê fermandariya YPG xwedî hişyariyeke mezinin û niştimanperwer in.

Mistefa El-Şêx eşkere kir ku hin grûbên çekdarî hene xwe bi ser Artêşa Azad ve hesab dikin û karên ne exlaqî dikin yên ku nav û dengiya Artêşa Azad û şoreşa Sûriyê xirab dikin.

Serokê Encûmena Leşkerî ya Artêşa Azad destnîşan kir ku ew niha digel çend efserên lîberal kar dikin ji bo avakirina grûbeke nû li hundirê Sûriyê.

Mistefa El-Şêx diyar kir ku ew dixwazin bi rêya wê grûba nû re nakokiyên Encumena Niştimanî ya Sûriyê û Hevpeymaniya Opozîsiyonê yên di bin kontrola Îxwan Muslimîn de derbas bikin.

El-Şêx, Îxwan Muslimîn bi wê yekê tometbar kir ku dixwaze Sûriyê xirab bike.

Rudaw
Top