• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Çomanê 37mîn Salvegera Destpê Kirina Şoreşa Gulanê Hate Bîr Anîn

Li Çomanê 37mîn Salvegera Destpê Kirina Şoreşa Gulanê Hate Bîr Anîn
Evro li Bajarokê Çomanê ya li Devera Balakatê bi beşdariya Serok Barzanî bi merasimeke girseyî 37mîn salvegera Şoreşa mezin ya Gulanê hate bîranîn.

Di vê merasima han de ku, hijmareke zêde ji Şîniyên Deverê û kadro û endamên partiya demokrata Kurdistanê jî têde beşdarbûn, çendîn peyv û gotar di derbarê girîngiya Şoreşa Gulanê de û herwiha bandora Şoreşa han li ser doza Kurd hatin pêşkêşkirin.

Di vê merasima han de Serok Barzanî jî çendîn pêşmergeyên beşdar yên Şoreşa Gulanê xelat kir û merasima han jî bi çendîn çalakiyên curbicur yên çandî berdewam bû.
Top