• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê zîncîre teqînên Bexdayê şermezar kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê zîncîre teqînên Bexdayê şermezar kir
Roja dûşem 27.05.2013 li encama zîncîre teqîn û kiryarên terorîstî li Bexda û çend navçeyekî dinê Iraqê dehan kes şehîd û hejmarekî zêdeyê welatiyên bêtawan birîndar bûn.

Ji bilî wê yekê ku bi tundî şermezariya wan kiryarên terorîstiyan dikîn, serxweşî li kesukarê şehîdên rûdawa bi xwîniya roja dûşema derbasbûyî dikîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê zîncîre teqînê dixwazîn, daxwaz jî dikîn bi zûtirîn dem encamderên wan tawanan radestî yasayê bêne kirin. Bilindbûna rêjeya kiryara terorîstî û aloztirbûna rewşa emnî bi taybetî li heyva adara îsal da balkişandineke metirsîdare û qeyranan kûrtir dike û berpirsiyariya parastina ser û malê welatiyan û rewşa asayîşa welat dikevê ser şana Hikûmeta Federal û dam û dezgehên emnî.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
28.05.2013
Top