• Wednesday, 11 February 2026
logo

‘Artêşa Azad li Efrînê herî kêm 700 kurd revand’

‘Artêşa Azad li Efrînê herî kêm 700 kurd revand’
Çekdarên Artêşa Azad li ser rêya bajarên Heleb û Efrînê zêdetirî 700 welatiyên sivîl ên kurd revandin, her wiha hejmarek wesayît jî desteser kirin.

Li Efrînê şer û pevçûn di navbera hêzên Artêşa Azad û YPGê de didome. Duh jî 21 ketîbeyên çekdar ên Artêşa Azad a Sûriyê li dijî YPGê şer ragihandibûn.

Li gorî nûçeya ajansa bi navê Hawarnewsê ku nûçeyên rojavayê Kurdistanê belav dike, çavkaniyekî nêzî Artêşa Azad ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad zêdetirî 700 welatiyên sivîl ên kurd li ser rêya bajarên Heleb û Efrînê revandin.

Li gorî nûçeyê, her wiha hejmarek ji wesayîtên veguhastina baran li bajarokê Darit Ize destserkirin. Heman çavkanî destnîşan kir ku welatiyên hatine revandin niha li bajarokê Marei yê Helebê ku di bin kontrola ketîbeya El-Tewhîd de ye, hatine veşartin.

Li gorî agahiyan, welatî rastî îşkenceyan tên û rewşa wan a tenduristî pir xerap e, ji ber ku hemû kesên hatine girtin di jêrzemînekê de ne û demeke dirêj av û nan ji ser wan hate qutkirin.

Li aliyekî din hate gotin ku komên çekdar gelek bazirganên ku sûtemeniyê vedugihêzin herêma Efrînê girtine û rêya bazirganiyê li ber kurdan xitimandine û tenê ereb dikarin bazirganiyê bikin.

Li gorî agahiyên dawî, ev 3 roj in şer li gundên Efrînê yên bintara çiyayê Lêlonê di navbera hêzên YPG û Artêşa Azad de didome û heta niha gelek kes ji her du aliyan hatiye kuştin.

Rudaw
Top