Şandeka Swîsê Serdana Şaredariya Amedê Kir
Ji Wezareta Karê Derve ya Swîsreyê şandeyek hate Amedê. Di şandeyê de peywirdarên wezaretê Roland Salvisberg, George Stein, Celine Champion û Didier Chassot Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin. Hevseroka Şaredar Hafîze Îpek mêvanên xwe yên biyanî pêşwazî kir.
Hevdîtin bi qasî saetekê dom kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di hevdîtinê de projeyên civakî û rewşa siyasî ya kurdan jî hatiye axaftin.
