• Tuesday, 10 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya 14 saliya salvegera damezrandina rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya 14 saliya salvegera damezrandina rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sekreter û Endamên Sekreteriya Rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê

Ji bo çardeh saliya damezrandina rêxistina we ya têkoşer germtirîn pîrozbahiyê li we û tevahiya endamên we dikim û ji bo we hêviya serkeftinên zêdetir dixwazim.‌

Li vê salvegerê da wekî tuwêjekî çalakê civaka Kurdistanê daxwaz ji we dikim rola xwe ya ber bi çav li berev ‌pêşbirina welat da bibînin û beşdarî li geşbûn û avadankirinê da bikin. Rewşa niha ya Kurdistanê û navçeyê wiha dixwazê hun xort û law li çarçêweya projeyekî hevbeş da şiyanên xwe kombikin da ku hun hemû bikaribin zêdetir xizmeta gelê xwe bikin. Wekî ku çawa lawên Kurdistanê li qonaxa xebata çekdarî da pêşeng bûn, îro jî erkê bergirîkirin û berev pêşbirina deskeftan li stûyê we daye.

Carekî din pîroz be û her serfiraz û serkeftî bin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/05/2013
Top