• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî: Pêş Rapirsîyê û Bêyî Biryara Gel Kes Nikare Projeya Destûra Kurdistanê Hemwar Bike

Serok Barzanî: Pêş Rapirsîyê û Bêyî Biryara Gel Kes Nikare Projeya Destûra Kurdistanê Hemwar Bike
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku desthilata tu kesî tune ye projeya desturê bo hemwarkirinê vegerîne, berîya ku gel axaftinê li ser bike û her lihevhatinek û hemwarkirinek piştî rapirsiyê tê kirin. Barzanî ragiahnd, ku hindek kes mîzaca siyasî û ravekirina kesane kirine pîwana hilsengandin û qise kirina li ser babeteke giringa weke destûrê, lê niha projeya destûrê hemû qonaxên qanûnî tewaw kiriye û desthilata ti kes û alîyekê nîne ku pêş dengê gel, qise li ser hemwarkirinê bike.


Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di ahenga salvegera şoreşa gulanê ku li parka Şanedera Hewlêrê birêve çû gotarek pêşkêş kir.

Di gotara xwe de Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku gelê Kurd zindiye û wê her serbikeve û qonaxên zehmet temam bûn û dema wêye berve lûtkeyê ve biçin û careka din paşva venakşê û berve dawiyê ve naçê.

Mesûd Barzanî got: "Ez bi derfet dizanim behsa destura Kurdistanê bikin ku bûye babeta rojane nava navendên siyasî û rojnamevanî û hindek kes li gor zihniyeta siyasî û dîtina xwe ya şexsî wê projeyê şîrove dikin."

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku: "Ew projeye 7 salan kar li ser hatiye kirin û ji aliyê lijneyekî pispor ve hatiye amade kirin û bi dengên giştî yên siyasî hatiye erê kirin û 36 partiyên siysî îmze li ser kirine û di wê projeyê de mislimanbûna piraniya xelkê Kurd naskiriye û mafê kêmîneyan jî berçav re hatiye derbas kirin."

Serokê herêma Kurdistanê herwisa diyar kir, ku di wê projeyê de mîkanîzmên hemwarkirinê bi ronî hatiye diyar kirin û li gor projeyê her demekê 1/3 endamên parlemanê yan Serokê Herêmê û Hikûmetê bi xwe daxwaziyekê pêşkêş bikin û li parlemanê 2/3 endamên parlemanê deng li ser dan, wê demê destur tê hemwar kirin.

Mesûd Barzanî tekez li ser ewê yekê jî kir ku: "Desthilata ti kesekî yan aliyekî nîne ku berîya milet gotina xwe li ser bike, projeya desturê vegerê bo hemwarkirinê , ji bilî vê nivîsîna reşnivîsa desturê ne karê parlemanê bû ku ji bo hemwarkirinê vegerê wê, belku lijneya pispor nivîsandiye."

Barzanî got: "Ewên ku daxwaza vegeriyana projeya desturê bo parlemanê dikin daxwaza wan ne yasayî ye."

Sebaret bi hilbijartinên Serokê Herêmê ji aliyê parlemanê ve serok Mesûd Barzanî diyar kir ku: "Serokê Herêmê ne nûnertiya partiyekê belku nûneratiya hemû xelkê dike. Giring nîne kî serok bê belku tişta giring eweye ku serok rasterast ji aliyê xelk ve bê hilbijartin."

Serok Barzanî got: "Li Kurdistanê gelek gelek zarruzêçên bi şiyan hene ku dikarin wê erkê bi cî bînin û pêşmergeyatiya min ji hemû pile û postêk bilindtire."

Herweha serok Barzanî got: "Li gor projeya destura herêmê, sîstema siyasî parlemaniye û hindek alî dijayetî dikin ew jî mebesta siyasî li dûve."

Serokê Herêmê got: "Ne raste rapirsî li ser desturê bê bidawî xistin û çiqas bidawî bikeve pirsgirêk dê zêdetir bibin û lihevhatin kêmtir dibe. Li 25/7/2009`an de me hewl da rapirsî li ser bê kirin, lê belê komisyonê nekarî encam bide û rewşa Êraqê û navçeyên derveyî rêveberiya herêmê weha kir ku dijayetiya projeya desturê bê kirin."

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir û got: "Ew pirse divê gel çareser bike neku kesek yan aliyek. Eger destur xirape bila xelk red bike eger bi baş jî dizanin bila pesend bike.
Top