Konferansa Aştiyê li Enqereyê Destpê Kir
Bi dehan nivîskar, sendîkavan, akdemîsyen, partiyên siyasî û saziyên sivîl duh li Enqereyê tevli “Konferansa Aştî û Demokrasiyê” bûn. Ji Yaşar Kemal heta Orhan Pamuk, ji Hevserokê BDP’ê heta Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, ji Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu heta bawermendan gelek kes di konferansê de amade bûn. Koferansa ku li Otela Enqere Surmeliyê dest pê kir dê sibê jî bidome. Di vê konferansê de dê pirsgirêka kurd, aştî, gavên ku divê hikûmeta AK Partiyê bavêjin bêne nîqaşkirin.
Piştî konferansê dê xalên hevpar ên ku li ser lihevhatin çêbûne weke encamnameyek ji raya giştî re bê aşkerakirin. Çav li rê ye di konferansê de nexşeyeke aştiyê jî bê amadekirin.
Piştî Enqereyê dê li Amed, Ewropa û Hewlêrê jî konferans bêne çêkirin û daxwazên statûya kurdan bêne zelalkirin.
