• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kurdên Rojava genim nafiroşin rejîma Sûriyê

Kurdên Rojava genim nafiroşin rejîma Sûriyê
Endamê Komîteya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mehmûd Mihemed diyar kir ku ew dixwazin berhema îsal a dexl û dan a Rojavayê Kurdistanê bişînin Herêma Kurdistanê û nefiroşin rejîma Sûriyê.

Çinîna genim piştî hefteyeke din li seranserî navçeyên Rojavayê Kurdistanê destpê dike. Hefteya borî serokwezîrê Sûriyê Wael El-Halkî ji parlementoya welatê xwe re ragihand ku ewê di 15ê vê mehê de 2.5 milyon ton genim ji cotkaran bikirin. Lê cotkarên kurd naxwazin dexla xwe bifiroşin hikûmetê.

Mehmûd Mihemed jî diyar kir ku ew ê di çend rojên pêş de bi awayekî fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pêşniyar bikin ku genim û zadê îsal rêkin wir. Mihemed herwiha diyar kir ku li bajarên Rojavayê Kurdistanê dezgehên hikûmî yên rejîma Esed nemane û ew naxwazin rejîm sûdê ji berhemên çandiniya li Rojavayê Kurdistanê werbigire. Mehmûd Mihemed destnîşan kir ku şandina genimê Rojava ji bo Herêma Kurdistanê wê bandorê li geşbûna aboriya herdu parçeyên Kurdistanê bike û wiha berdewam kir: “Berê hemû berhemên me bê beramber ji bo Şamê diçûn lê ji niha bi şûn de divê qezenc ji Kurdan re be, nemaze ku em cîranê parçeyekî azad ê Kurdistanê ne.”

Fewaz Îso ku cotkar e û ji bajarê Dirbêsiyê ye, ji Rûdawê re anî zimên ku ew dixwazin derase zû herin ser zeviyên wan, ji ber tirsa wan ya ku genim bişewite yan jî were şewitandin heye. Îso herwiha bi bîr xist ku ji ber barina baranê ya zêde, cudahiyek di navbera genimê bejî û yê avî de nemaye.

Salên borî hikûmeta Sûriyê genim bi pereyên hindik ji cotkarên kurd werdigirt û bi pereyên zêde dişand derve. Bazirgan radigihînin ku Sûriyê par zehmetiyeke mezin di dabînkirina genim de kişand lê ji ber îsal şer hinekî kêmtir bûye, wê hikûmet bixwaze bêhtir genim kom bike.

Sûriyê beriya şer pirraniya genim ji derve dianî. Ambargoya navnetewî ya li ser dan û standinên bankeyên Sûriyê di warê bazirganiya vî welatî de pirsgirêkan diafirîne. Ev pirsgirêk jî dibe sedem ku Sûrî li formûlên fînansekirina dexil û zad ên anîna ji derveyî welêt bigere.

Rudaw
Top