HPG bersiva topbaranên Turkiye dide
Navenda Çapemeniya Hêzên Parastina Gel (HPG`ê) di daxuyaniyê de aşkere kiriye ku, topxaneyên Artêşa Turkiye bi Hawan û Obîsan girê Şehîd Rehîme li herêma Zagros`ê topbaran kiriye.
Piştî topbaranên topxaneyên Artêşa Turkiye bo ser herêmên parastina mîdya Hêzên Parastina Gel (HPG`ê) jî bi heman awayî bersiva Artêşa Turkiye dane.
Hêjayî gotinê ye ku tevî ragihandina agirbestê ji aliyê PKK`ê ve lê hêrişên Artêşa Turkiye berdewam in ku çendîn caran balafir û topxaneyên Turkiye bûrddumana deverên parastina mîdya kirine.
Xendan
