• Tuesday, 10 February 2026
logo

Emar Hekîm Destpêşxeriyeke Nû Pêşkêş Dike

Emar Hekîm Destpêşxeriyeke Nû Pêşkêş Dike
Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Elhekîm ragihand ku, vê destpêşxeriyeke nû bo hevkarî kirina part û aliyên siyasî yên Îraqê pêşkêş bike.

Çavkanî eşkere kiriye ku, armanc ji vê destpêşxeriya han bihêztir kirina baweriya part û aliyên siyasî yên Îraqê bi hev û duye daku, bikaribin lihev nêz bibin û li ser maseya danûstandinan kom bibin.

Hekîm daxwaz ji part û aliyên siyasî yên Îraqê kiriye ku, giringî bi berejwendiyên giştî yên Îraqê bidin û hewl bo afirandina derfeteke goncav bo giftûgo kirinê bidin.
Top