• Wednesday, 11 February 2026
logo

Girtiyên PKK dê ji girtîgehên cuda seredana Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan bikin

Girtiyên PKK dê ji girtîgehên cuda seredana  Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan bikin
Bi tevahî 8 girtiyên PKK dê ji girtîgehên cuda bişînin ba Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan. Hate ragihandin ji van girtiyan 4 kes jin in. Lê nav hêj nehatine diyarkirin.

Li gorî nûçeya DHA’yê dê navên 8 girtiyên PKK’î ku dê biçin ba Ocalan bên diyarkirin û ji Wezareta Dadê re bên şandin. Ger wezaret erê bike, 8 girtiyên PKK’ê dê biçin Girtîgeha Îmraliyê û li ba Ocalan bimînin. Ji van girtiyan 4 kes dê jin bin.

Hate ragihandin navên 8 girtiyên dê biçin Îmraliyê dê ji aliyê berpirsyarên PKK’ê yên girtîgehan ve bên diyarkirin. Ev girtî dê bi Ocalan re di heman qawîşê de nemînin. Lê her roj di saeteke diyarkirî de dê bikaribin bi hev re derkevin hewşê û sohbet bikin.

Hêjayî gotinê ye di sala 2009’an de jî girtiyên bi navê Bayram Kaymaz, Cumalî Karsu, Şêxmûz Poyraz, Hasbî Aydemîr û Hakki Alkan şandibûn ba Ocalan.
Top