• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kurdistan Û Berazîliya Peyvendiyên xwe Bihêztir Dikin

Kurdistan Û Berazîliya Peyvendiyên xwe Bihêztir Dikin
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Berazîliyayê yê li Îraqê Anwar Nehhas kir.

Di hevdîtineke de meseleya peyvendiyên navbera Berazîliya û Kurdistanê û herwiha vekirina Konsulusxaneya Berazîliyayê ya li Hewlêrê de hatin nîqaşkirin û di vê derbarê de Konsulusê Berazîliyayê ragihand ku, vekirina Konsulusxaneya fexrî ya vê welatî li Hewlêrê de dibe destpêkek bo vekirina Konsulusxaneya giştî li Hewlêrê û bi vê rengî peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de bihêztir û berfiretir dibin û vê Konsulusxaneya Berazîliyayê hewl bide daku, li Hewlêrê vîze bide xelkê Kurdistanê.

Nav hatî eşkere kir ku, niha yek ji kompaniyên herî bihêz yên Berazîliyayê yaku, li piraniya welatên Cîhanê de kar kiriye li Hewlêrê ye û hewl dide derfeteke kar kirinê bi dest bixe daku, beşdariya prosesa awedankirina Kurdistanê bike bi taybetî di warê çê kirina Bendav, Pir û Cadeyan de.

Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, deriyên Kurdistanê bo wan kompanî û aliyên ku, dixwazên beşdariya prosesa awedankirina Kurdistanê bikin vekirîne.

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, xala girîng li cem Hikûmeta Kurdistanê esas girtina pîwerên standarda Cîhaniye di dema cîhbicîh kirina projeyan de, û dibe tevahiya wan projeyên ku, tên cîhbicîhkirin li gorî standardên Cîhanî bin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî behsa rewşa Îraq, peyvendiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hatin nîqaşkirin û Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê hertim xwestiye ku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û di çarçoweya destûrê de werin çareserkirin.
Top