• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî Û Jeo Beden Rewşa Îraqê Nirxandin

Serok Barzanî Û Jeo Beden Rewşa Îraqê Nirxandin
Duh danê Êwarê Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden bi rêya telefûnê peyvendî bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve kir.

Di çarçoweya vê peyvendiya han de Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê behsa rewşa siyasî ya Îraqê kirin û her du alî li ser esas girtina rêbazên aştiyane û diyalogê bo çareser kirina kêşeyên heyî hemfikir bûn.

Di beşeke din ya vê peyvendiya han de Cîgirê Serokê Amerîkayê tekez li ser parastin û bihêztir kirina peyvendiyên navbera Amerîka û Kurdistanê de kir.

Di dawiya peyvendiya han de Jeo Biden jiber koçbar bûna xweşka vî perse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Top