• Tuesday, 10 February 2026
logo

Waliyê OHALê Kozakçioglu mirî hate dîtin

Waliyê OHALê Kozakçioglu mirî hate dîtin
Di heyama ku Kurdistana Bakur bi rewşa awarte (OHAL) dihate îdarekirin de waliyê OHALê bû Hayrî Kozakçioglu li mala xwe mirî hatiye dîtin. Tê gotin, dibe ku xwe kuşti be.

Waliyê OHALê (Waliyê Herêma Rewşa Awarte) Hayrî Kozakçioglu li Stenbolê di mala xwe de mirî hatiye dîtin.

Li cem Kozakçioglu çek hebûye û tê bilêvkirin, dibe ku Kozakçiogluyê 75 salî xwe kuşti be. Çimkî dihat îdiakirin ku walî Hayrî Kozakçioglu 2 mîlyar lire ji pereyên Walîtiya OHALê derbasa hesabên xwe kiriye.

Kozakçioglu di navbera salên 1987 û 1991 an de li Amedê Walîtiya Herêma Rewşa Awarte kiribû.

Rojnameya Radikal di nûçeya xwe de xwe sparte polîsan û îdia kir ku Kozakçioglu xwe kuştiye.

Hayrî Kozakçioglu 2 cara li ser hev parlementerî jî kiribû. Kozakçioglu bavê 3 zarokan bû.

AVESTA KURD
Top